• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî spasiya Japonê kir

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî spasiya Japonê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Konsulxaneya Japonê yê li Hewlêrê Nîkîhîro Arakawa kir û ji ber kar û çalakiyên Japonê yên li Herêma Kurdistanê spasiya wî welatî kir, ku bi dirêjiya salên bihorî Ajansa JICA a Japonî jibo alîkariyên navdewletî û aliyên hikûmî yên wî welatî çendîn kar û proje li Kurdistanê cîbicî kirine.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de ku roja Yekşemê 25ê Nîsanê li Hewlêrê hatiye encmadan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna wî li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nîkîhîro Arakawa kiriye û ragihandiye, ji bo alîkariya wî amade ye hemû core piştgiriyekê bike.

Nêçîrvan Barzanî di vê civînê de herwiha hêvî kiriye, ku Japon bêtir li Herêma Kurdistanê amade û çalak be, li ser kar û projeyên xwe berdewam be û di her yarmetî û alîkariyeke paşerojê de ya ji bo Iraqê, beşa Herêma Kurdistanê li berçav bigre.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje, Berpirsê Nû yê Nivîsîngeha Konsulxaneya Japonê li Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe bi destbikarbûnê nîşan da û teekz kir ku welatê wî bi giringî ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê dinêre.

Nîkîhîro Arakawa diyar kir, ew kêfxweşe ku kariye li Herêma Kurdistanê alîkar be û destnîşan kir, Japon dixwaze warên alîkariyê yên di navbera herdu aliyan de pêşbixe.

Di beşeke din a hevdîtinê de, peywendiyên Iraq û Japonê bi giştî û Japon û Herêma Kurdistanê bi taybetî û derfetên alîkariya di navbera herdu aliyan de di warên cuda cuda de, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên wan, hilbijartinên bê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.



Rudaw
Top