• Sunday, 30 June 2024
logo

Leşkerekî Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hate kuştin

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Leşkerekî Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hate kuştin
Di şer û pevçûnên li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de, leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin.

Operasyona artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome. Wezareta Bergiriya Tirkiyê da xuyakirin, bi firoke û topan, bingehên PKKê bi tundî tên bombebarankirin.

Wezaretê da zanîn, di operasyona Pençe-Bruskê de, di encamê teqîna bombeyeka vedayî de, çawîşek hatiye kuştin.

Li gor agahiyan, artêşa Tirkiyê bi kûrahîya 9 kîlometreyan, sê xalên nû li nav xaka Başûrê Kurdistanê dirust kirine.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi PKKê ve diyar kir, li devera Zapê di şer û pevçûnan de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

K24
Top