Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji Joe Bidin dike ji biryara xwe vegere
![Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji Joe Bidin dike ji biryara xwe vegere](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1619358540wezaret-derve-tirkiye.jpg )
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê da xuyakirin, biryara Serokê Amerîka ya naskirina jenosayda Ermeniyan, tenê bo daxwaza hin aliyên siyasî hatiye dayîn û ne di berjewendiya tu aliyek de ye.
Wezareta Derve bang li Serokê Amerîkayê kir, li şûna biryarên wiha divê bo biratiya Tirk û Ermeniyan gav bavêje û li navçeyê piştevanî bide hewlên pêkvejiyanê.
Tirkiye biryara Serokê Amerîkayê ret kir û Balyozê Amerîkayê vexwend Wezareta Derve û nerazîbûna Tirkiyeyê bi fermî hate gotin.
Ev di demekê de ye, duhî Serok Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniya xwe ya bi boneya 106emîn a salvegera jenosîdkirina Ermenan de peyva jenosid bikar anî.
K24