• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Urmiyê şerê kurdan derket

Gulan Media November 9, 2016 Civakî
Li Urmiyê şerê kurdan derket
Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera 2 malbatên kurd de şerê çekdarî derket.

Çavkaniyekî taybet ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, duh piştî nîvro di navbera du malbatên kurd de şerê çekdarî derket û her du aliyan gulle berdane hev.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da xuyakirin, ku şer di navbera du malbatên Fethullah û Senar de û li Taxa Sipah a bajarê Urmiyê çê bûye.

Li gorî zanyariyan, her du aliyan bi çekên Klaşînkov gulle berdane hev û di encamê de 4 kes birîndar bûne.

Çavkaniyê Rûdawê herwiha got, ku malbata Fethullah xelkê gundê Herekiyan û malbata Senar jî xelkê gundê Hêştirak ên ser bi devera Şipîran a bajarê Selmasê ve ne.

Her du malbat niha li bajarê Urmiyê dijîn.

Heman çavkaniyê aşkere kir, ku birîndaran bûyerê bo nexweşxaneya Îmam Xomêynî ya Urmiyê hatine veguhastin û li wê derê tên dermankirin.

Derbarê sedemên çêbûna şer de jî, çavkaniyê Rûdawê ragihand, ku her du malbatan nakokiyên darayî hebûne û şerê wan jî ji ber sedemên darayî derketiye.

Rudaw
Top