• Sunday, 30 June 2024
logo

Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike
Yûnan gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.
Serokê herêmê li gel Konsulusê nû yê Yûnanê civiya.

li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Yûnanê yê li Hewlêrê Stavros Kyrimis kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina wî weke Konsulusê nû yê Yûnanê li Hewlêrê pîrozbayî li Stavros Kyrimis kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û ragihand ku Serokatiya Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karasaniyek jî pêşkêşî wî bike.

Di berdewamiya civînê de Stavros Kyrimis kêfxweşiya xwe ya li hember pîwerdar kirina xwe li Kurdistanê û hevdîtina xwe ya li gel Serokê herêmê diyar kir û anî ziman ku Yûnan gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide û dixwaze têkiliyên han berfiretir û bihêztir bike.

Di beşeke din ya civînê de her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan kirin û balkêşandine ser rewşa Îraqê, metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û metirsiyên terorê.
Top