• Sunday, 30 June 2024
logo

Agirbesta li Qamişloyê hat dirêjkirin

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Agirbesta li Qamişloyê hat dirêjkirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, asayişê agirbes heta sibê saet 10:00ê dirêj kir.

Civîna yekem a danûstandinên nûnerên artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk îro piştî ku bê encam bû, civîna duyem destpê kir.

Ji xwe Dema agirbestê di navbera hêzên Asayişê û milîsên Berevaniya Niştimanî bi garantiya hêzên Rûsî û HSD bi dawî hat.

Li gorî agahiyên berdest li taxa Teyî, Asayişa Rojavayê Kurdistanê agirbesta ku ji şeva berê ve hatibû destpêkirin, heta sibe saet 10:00an dirêj kir.

Danûstandin ji bo gihaştin bi rêkeftinekê li binkeya Rûsî li balefirxaneya Qamişlo berdewam in.

Di vê derbarê de, Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl ji medyaya Rûsî re behsa mercên HSDê kir û got: “Mercên HSDê gelek zehemt in û bi navbeyankariya Rûsiya em li gel wan di danûstendinan de ne. HSD dixwaze taxa Tey hemû bê radestkirin û kesê ku teqe kiriye bê radestkirin. Ev hemû merc pir zehmet in û HSDê ne mafdar e.

Derbarê pêşinyara derxistina çekdarên milîsên Berevaniya Niştimanî ji taxa Tey û belavkirina polîsên hikûmeta Sûriyê li şûna wan, Feysel el-Azil, endamê Encûmena Eşîreta Tey ji Rûdawê re got ew ne rêgir in li pêş cîgîrbûna her hêzeke ser bi artêşa Sûriyê.

E. Encûmena Tey Feysel el-Azil got: “Berevaniya Nişûtimanî saziyeke girêdayî artêşa Erebî ya Sûrî, û hertim di şeran de û di stratejiyeta serbazî de, guhertina cihên hêza tê kirin, lewma eger Berevaniya Niştimanî li vê xalê be yan yan li xala din be, û hat guhartin bi artêşa Erebî ya Sûrî yan her hêzeke girêdayî artêşa Sûriyê, eger polîsên sivîl an serbazî bin, serbaz bin, em ne rêgirin."

Parêzgarê Hesekê ji medyaya xwecihî ya nêzî hikûmetê re gotiye, ji encama şer, di nava çend rojên borî de, 11 kuştî û 33 birîndar gihaştine nexweşxaneya Qamişlo ya Niştimanî.

Rudaw
Top