• Sunday, 28 July 2024
logo

Şaciwana Rojhilata Navîn: Jinên kurd efsûnî ne

Gulan Media November 8, 2016 Civakî
Şaciwana Rojhilata Navîn: Jinên kurd efsûnî ne
Şaciwan Rojhilata Navîn Ahlam Hecî got, bedewiyekî efsûnî ya jinên kurd heye.

Şaciwana Rojhilata Navîn Ahlam Hecî ku li Parîsê dijî, derbarê jinên li herêmên cuda de bernameyeke televîzyonê niha amade dike.

Ahlam Hecî ji Rûdawê re wiha got: “Ez dixwazim li cîhanê bigerim û bedewiya jinan û çanda xelkên cuda bi bernameyekê bidim nasîn.”

Hecî meha borî ji bo bernameya xwe hatibû Hewlêrê.

Şaciwana ereb derbarê jinên kurd de jî wiha got: “Bedewiyekî efsûnî ya jinên kurd heye. Min di bernameya xwe ya li Kurdistanê de behsa jiyan û bedewiya jinên kurd kiriye.”

Ahlam bi eslê xwe xelka Fasê ye, piştî Şaciwaniya Rojhilata Navîn di sala 2016 de “Taca Şabanî ya Cîhanî” wergirtibû.

Rudaw
Top