• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Nexweşxaneyên me amadene bo hevkarî kirin

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Nexweşxaneyên me amadene bo hevkarî kirin
dibêje lazime rêkarên pêwîst yên tendirostî werin bicîhanîn.
Dibêje jiber bûyerê gelek xemgîn bûme.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyera agir berbûnê ya li nexweşxaneya Ebnî Xetîb li Bexdayê peyamek belav kir.

Bûyera biêş ya agir berbûnê bi nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya li Bexdayê yaku taybet bûye bi nberketiyên Koronayê û di encam de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane, dilê tevahiya me hejand.

Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan û tevahiya gelê Îraqê, hevbeşê xema wanim û hevsozê wanim, ji xwedê mezin daxwaz dikin rihê rehmetiyan şad bike û şafaya bilez jî bide birîndaran.

Herêma Kurdistanê amadeye her cure hevkariyeke pêwîst pêşkêş bike, tevahiya nexweşxaneyên Kudistanê jî bo pêşwazîkirina birîndaran amadene.

Lazime aliyên têkildar sedema çêbûna bûyerê diyar bikin, lêpirsîn li ser her cure kemanî û kêmterxemiyekê bikin, û lazime li her cîhekê tevahiya rêkarên tendirostî yên hewce werin bicîhanîn daku bûyerên wisa dubare nebin.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

25/4/2021
Top