Serok Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên şewata nexweşxaneya Bexdayê nîşan da
![Serok Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên şewata nexweşxaneya Bexdayê nîşan da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1619340277serok.jpg )
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi bihîstina nûçeya rûdana diltezîn ya agirpêketina şeva derbasbûyî ya nexweşxaneya Îbnî Xetîb ya Bexda gelek dilgiran bûm ku bi mixabiniyê ve buye sedema giyan ji destdan û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyan.”
Serok Barzanî herwiha got: “Pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyên wê karesatê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazim.”
Şeva borî bitleke oksicînê li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb teqiya û agir pê ket, di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest dan û bi dora 50 kes jî birîndar bûn.
K24