Balyozê Amerîka yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bang kirin
![Balyozê Amerîka yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bang kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/575381Image1.jpg )
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi fermî ragihand ku ew bûyerên 1915 wekî "jenosîda Ermeniyan" nas dikin. Li ser vê yekê Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li balyozê Amerîkayê yê Enqerê David Satterfield kir û ew li wezaretê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Unal ve hate qebûlkirin.
Ji Satterfield re hat gotin ku ev daxuyaniya ku palpişteke wê ya dîrokî û hiqûqî tuneye, nayê qebûlkirin, bi temamî tê redkirin û hat şermezarkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Beyana ku Amerîkayê daye ji bingeha hiqûqê bêpar e û em vê beyanê bi temamî red dikin û herwiha em beyanê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Balyozê Amerîkayê Satterfield ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve ve hatiye qebûlkirin û me nerazîbûna xwe aresteyê wî kirin. Beyan ku ji aliyê hiqûqa navdewletî de ti hukmê wê nîne, xelkê Tirk êşandiye û di têkiliyên me de birîneka ku bi zahmetî tê çareserkirin vekiriye.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden komkujiya sala 1915ê ya li dijî Ermeniya wek “jenosîd” binav kir.
Rudaw