Serokwezîrê Ermenîstanê dest ji kar berda
![Serokwezîrê Ermenîstanê dest ji kar berda](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/575384Image1.jpg )
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan bi daxuyaniyekê destjikarkişandina xwe ji postê serokwezîr ragihand û got: “Îro ez dest ji karê xwe wek serokwezîrê Ermenîstanê berdidim daku rê bidim hilbijartina pêşwext a parlamentoyê di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”
Biryar e 20ê Hezîrana îsal, hilbijartina pêşwext a parlamentoyê bê kirin.
Paşinyan herwiha got: “Her wek berî min di di 18ê meha Adarê de ragihandibû, îro jî piştî gotûbêja min a ligel serokê welat û serkirdeyên fraksyonên nav parlamentoyê, min biryar da dest ji postê xwe berdim daku rê bidim hilbijartina parlamentoyê di dema xwe de were kirin.”
Li gor destûra Ermenîstanê, hilbijartina pêşwext nayê kirin heta serokwezîrê welat dest ji kar bernede, piştre parlamento dicive û li gor yasa xwe hildiweşîne.
Rudaw