• Sunday, 30 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Nexweşxaneyên me amadene

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Nexweşxaneyên me amadene
dibêje Kurdisan amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bik.
Derbarê bûyera agir berbûnê de peyamek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera agir berbûnê li nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya Bexdayê yaku taybet bi berketiyên Koronayê ye, peyamek weşandiye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya ev bûyera xembar yaku di encam de bi dehan kes canê xwe ji dest dan û dehan kesên din jî birîndar bûn gehêşte me, sersaxî didim kesûkar û malbetên qurbaniyan.

Xwe bi hevbeşî xema wan dizanim, daxwaz ji xwedê dikin rihê rehmetiyan bi cenetê şad bike û şafaya bilez jî bide birîndaran.

Hikûmeta Kurdistanê radigehîne ku amadeya pêşkêş kirina her cure hevkariyeke pêwîste, bi taybetî di ware tendirostî û pêşwazîkirina birîndarên bûyerê.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

25/4/2021
Top