• Sunday, 30 June 2024
logo

PJAK: Em biryara Amerîkayê şermezar dikin

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
PJAK: Em biryara Amerîkayê şermezar dikin
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê serkirdeyên PKKê daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Em biryarê şermezar dikin û daxwaza ji gelê Amerîka dikin ku xwedî li doza rewa ya gelê Kurd û pêşengên wê derkevin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja 20ê Nîsana 2021 biryareke xwe ya sala 2018an a derbarê her sê serkirdeyên PKKê Duran Kalkan, Cemîl Bayik û Murat Karayilan de bi zimanê Kurdî dubare belav kir, ku li gor vê biryarê ji bo wergirtina zanyariyên derbarê wan kesan de xeletên bi milyon dolarî hatine terxankirin.

PJAKê jî têkildarî vê biryara Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û xwest ku Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê biryarê li ber çavan re derbas bike.

Di daxuyaniya xwe de PJAK dibêje: “Di demekê de ku gelê Kurd li cîhanê bûye pêşengê azadî û demokrasiyê, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li hemberî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi awayekî tundtir, biryar û helwest dijmirovane ya berê dubare kir. Helwesta Amerîkayê heman helwesta dewleta Tirk a dagirker a ne tenê dijminahiya gelê Kurd belkû dijminahiya gelên herêm jî dike ye. Belku li gorî mikurhatina rayedarên Amerîka bi xwe, li dijî Ermeniyan komkujiya herî mezin û tevkujî pêk hatiye.”

PJAK biryara Amerîkayê nedadperwerane pênase dike û dibêje: “Amerîka li aliyekê di nava hewldanan de ye ku komkujiya Ermeniyan bi fermî binase, li aliyê din li dijî gelê Kurd û pêşengên wê biryarên wiha dermirovî û nedadperwerane didin. Ti pere û tiştek cihê rûmet û nirxên mirov ên pîroz û azadîxwaz nagire. Ev biryara Amerîkayê bi temamî berovajî bangên Amerîka yên ji bo azadî û aştî yên li cîhanê dide ye. Ev biryar tenê ne li dijî çend ferd û têkoşerên gelê Kurd ên li parçeyek Kurdistanê ne, li heman demê de palpiştkirin û destekdayîna ew welatên ku li dijî gelê Kurd û azadîxwazan e.”

PJAK herwiha banga sazî û rêxistinên Kurdî dike da ku li dijî biryarê helwesta xwe nîşan bide û dibêje: “Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), biryarê şermezar dikin û daxwaza ji gelê Amerîka dikin ku xwedî li doza rewa ya gelê Kurd û pêşengên wê derkevin. Her wiha daxwaz ji Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî dikin ku biryara xwe li ber çavan re derbas bike, rêz ji mafê têkoşîn û azadîxwazan re bigire. Divê welatê Amerîka nekeve bin xizmeta faşîzmê û kevneperestiya li herêmê.”

Rudaw
Top