• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokê Amerîka Jenosîda Ermenan ji aliyê împeretoriya Osmaniyan ve nas kir

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Serokê Amerîka Jenosîda Ermenan ji aliyê împeretoriya Osmaniyan ve nas kir
Serokê Amerîka bi fermî Jenosîda Ermenan ji aliyê împeretoriya Osmaniyan ve nas kir.

Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniya xwe ya bi boneya 106emîn a salvegera jenosîdkirina Ermenan de peyva jenosid bikar anî.

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku wî bûyerên 1915 wekî 'jenosid' nas kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Biden de, hevoka "jenosîd" du caran, di paragrafa yekem û paşîn de hat gotin.

Di destpêka daxuyaniya xwe de, Biden got, "Her sal em jiyana her kesê ku di dema Osmanî de di jenosîda Ermeniyan de mirine bi bîr tînin û dilsoziya xwe nîşan didin da ku nehêlin zilmeke bi vî rengî carek din pêk were."

Di paragrafa dawîn a daxuyaniyê de, Biden got, "Gelê Amerîkî hemû Ermenîyên ku di qirkirina berî 106 salan de hatine kuştin bi bîr tîne."

Bi vê yekê, Biden bû yekemîn Serokê Amerîka ku di daxuyaniya xwe de gotina "jenosîd" bikar tîne, piştî Ronald Reagan ku wî di daxuyaniya sala 1981an de jî bi kar anîbû.

Ji Tirkiyê bersivdan

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî got, daxuyanî bi armanca aramkirina neyarên Tirkiyeyê hatiye dayîn û hember aştî û dadweriyê xiyaneta herî mezin e.

K24
Top