• Sunday, 30 June 2024
logo

CNN: Biden komkujiyê weke genocide di nasîne

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
CNN: Biden komkujiyê weke genocide di nasîne
soz dabû Ermeniyan ku komkujiyê weke genocide binasîne.
Duhê telefûna Erdogan kiribû.

Piştî ku duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi rêya telefûnê li gel Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan axefî, hin alî nûçeyên balkêş li ser peywendiya han ya telefûnî belav kirin.

Çapemeniya Tirkiyeyê dibêje ev peywendiya han pêngava yekeme bo baştir bûna têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê.

Lê çapemeniya Amerîkayê bi taybetî Koşa Spî derbarê peywendiya han ya telefûnî de behsa vê yekê kiriye ku Erdogan û Biden behsa têkiliyên navbera Tirkiyeyê û civîna NATO yaku vê piştî du mehan were lidarxistin nirxandine.

Herwiha kanala CNN ya Amerîkî li ser zarê çend çavkaniyên dîplomatîkî yên nêzî Biden belav kiriye ku Biden di peywendiya han ya telefûnî de ji Erdogan re gotiye ku vê komkujiya Ermeniyan yaku di sala 1915an de ji aliyê Osmaniyan ve hatiye pêkanî, weke genocide binasîne.

Biden di kempîna hilbijartinên xwe de jî soza vê yekê dabû Ermeniyan ku vê komkujiyê weke genocide binasîne.

Eger Biden bêje komkujî genodcide vê demê dîsa têkiyên Tirkiye û Amerîkayê rastî kêşe û aloziyên nû werin.

Top