• Sunday, 30 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em şehîdan ji bîr nakin

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em şehîdan ji bîr nakin
dibêje em bi rêzdarî ve şehîdan bibîr tînin.
Derbarê salvegera bordimana Qeladizê de peyamek belav kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê 47mîn salvegera bordiman kirina bajarokê Qeladizê ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve peyameke weşandiye û nivîsandiye: Em bi rêzdarî şehîdên Qeladizê bibîr tînin ku di encama bordimana roja 24ê Nîsana 1974an ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve şehîd ketine.

Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye di roja 24ê Nîsana 1982an de rejîma Besê dîsa li Qeladizê tawaneke din ya hovane kir û xwepîşandana rêz girtinê ya şehîdên Qeladizê bordiman kir û di encam de bi dehan welatiyên din şehîd ketin, em tevahiya wan şehîdan bi rêzdarî ve bibîr tînin.
Top