• Sunday, 30 June 2024
logo

Besman el-Esaf behsa civîna li gel Mezlûm Kobanî kir

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Besman el-Esaf behsa civîna li gel Mezlûm Kobanî kir
Hejmarek ji şêxên êl û eşîrên cuda, herwiha hejmareke kesayetiyên Kurd û Ereb yên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo bi Rêveberiya Xweser re civiyan.

Şeva borî hejmarek ji şêxên êl û eşîrên cuda, kesayetiyên ji Kurd û Ereban li bajarê Qamişlo civiyan. Armanca civînê ji rewşê re dîtina çareseriyekê û bidawîkirina şerê ku li Qamişlo di navbera Asayîş û Berevaniya Niştîmanî de heye.

Serokê Komeleya Sûriya Yekbûyî ku ji eşîra Tey ye ji Rûdawê re ragihand, ew bi nûnerekî HSD û fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî re civiyane û wan pêşniyar kiriye ku hêzeke Artêşa Sûriyê di navbera herdû aliyan de weke çareseriyeke demkî bike

Serokê Komeleya Sûriya Yekbûyî Besman el-Esaf got “Berpirsên Rêveberiya Xweser diyar dikin ku Hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Îran hewl didin tevlîheviyê çêbikin û aramiya navçeyê têk bidin.”

Yek ji şêxên êl a Tey jî dibêje, ti hêzeke derve destwersan nekiriye û ti çek û teqemenî negihiştiye hêzên Berevaniya Niştîmanî, di baweriya wî de Berevaniya Niştîmanî ne li dijî HSD ne û ew hêzeke ser bi Artêşa Sûriyê ve ye.

Hesen Ferhan Ebdulrehman ku yek ji şêxên êl, eşîra Tey got “Em bi awayekî civakî reftarê dikin, ji ber ku hemû alî, zarokên me ne, çi ji bî alî bin yan ji yên din be. Ragihandin tiştan mezin dike, behsa wê yekê tê ku aliyên derve destwerdan kiriye û hinek alî çek û teqemnî gihandine, na tiştekî weha nîne. Berevaniya Niştîmanî ji pêkhateya vî welatî ye. Berevaniya Niştîmanî gencên eşîrên Ereb in, ji aliyê leşkerî ve ser bi Artêşa Sûriyê ve ne. Di baweriya min de ew ne dijminên Asayîşê ne.”

Piştî bidawîbûna vê civînê jî, û dema ku Şêxê Eşîra Benî Sebaa ya Ereb yê bi navê Hayis el-Ceryan vedgeriya mala xwe, li navçeya Hizama Başûr li bajarê Qamişlo bi guleyên segvanan hat birîndarkirin û piştre canê xwe ji dest da.

Tevî hewl û navbênkariya Rûsyayê ji bo rawestandina şerê ku ev 4 roj in li Qamişlo di navbera Hêzên Asayişê û çekdarên Berevaniya Niştîmanî de li taxa Tey berdewam in, lê heta niha tu rêkeftinek nehatiye kirin û hin caran bi awayekî demkî şer tê rawestandin.

Li aliyş din îro berê êvarê li Qamişlo di navbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî de agirbest hat ragihand.

Agirbesta li Qamişlo îro demjimêr 18.00 destpê kir û heta sibe demjimêr 10.00ê dê berdewam de. Agirbest di navbeynkarî û çavdêriya Rûsyayê hat ragihandin.

Rudaw
Top