• Sunday, 28 July 2024
logo

44 hezar jinan daxwaza zewacê lê kirin

Gulan Media October 25, 2016 Civakî
44 hezar jinan daxwaza zewacê lê kirin
Li ser whatsappê 44 hezar jinan daxwaza zewacê li Cigirê Serokwezîrê Vîlayeta Bihara ya Hindîstanê Tejashwi Prasad Yadav kirin lê ew dixwaze wan jinan bide dadgehê.

Cigirê Serokwezîrê Vîlayeta Bihara ya Hindîstanê Tejashwi Prasad Yadav beriya demekî hejmara whatsappa xwe li ser torên civakî parve kir û daxwaz ji hemwelatiyan kir ku giliyên xwe yên derbarê xizmetguzariyan de ji vê hejmarê re binivîsin.

Di vê heyamê de 47 hezar name ji bo wî hatine şandin. Lê ji van nameyan 44 hezar yên jinan bûn û daxwaza zewacê ji Tejashwi Prasad Yadav dikirin.

Cigirê Serokwezîrê Vîlayeta Biharayê jiber êdî ji van nameyan bêzar bûye, bi tometa xirab bikaranîna whatsappê ew jin û keçên ku name şandine, daye dadgehê.

Tejashwi Prasad Yadav kurê Serokwezîrê berê yê Vîlayeta Bihara ye. Temenê wî 26 salî ye û di heman demê de lîstikvanekî naskirî yê krîketê ye.

Piraniya wan jin û keçên name şandine, di nameyan de wêneyên xwe şandine û behsa xisletên xwe jî kirine.

Beriya niha Prasad Yadav gotibû ku ew dixwaze li gorî nerîtên bavûkalên xwe bizewice, ne ku bi eşq û evînê.

Rudaw
Top