• Sunday, 30 June 2024
logo

Tirkiye dîsa pêgehên pkk bordiman kir

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Tirkiye dîsa pêgehên pkk bordiman kir
li Zinarê Kêsteyê jî hêzên Tirk hatin bicîhkirin.
Çend navçeyên ser bi Amêdiyê îro hatin bordimankirin.

Êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser navçeyên sînorî yên herêma Kurdistanê yên jiber hebûna gerîlayên PKKê didomin.

Di heman çarçoveyê de îro balefirên şer yên Tirkiyeyê dîsa hin navçe û herêmên ser bi devera Amêdiyê bordiman kir.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve hate gotin ku her îro artêşa Tirkiyeyê hijmareke zêde hêzên xwe yên leşkerî li Zinarê Kêste ya ser bi devera Amêdiyê bicîh kiriye.

Ev navçeya han navçeyeke steratejîke û ev demek bû ku Tirkiye hewl dida hêzên xwe li vê navçeyê bicîh bike.
Top