• Sunday, 30 June 2024
logo

Sedr rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc girt

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Sedr rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc girt
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr rexneyeke tund li milîsên ku hêzên biyanî dikin armanc, girt. Sedr wan bi têkbirina asayîşa Iraqê û paşxistina hilbijartinan tohmetbar dike.

Muqateda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hinek alî dixwazin asayîşa welat xera bikin û hilbijartinan paş bixin û bi rêya mûşekbarankirina hêzên biyanî ji aliyê milîsan ve, ji vekişînê poşman bibin.”

Serokê Tevgera Sedr herwiha nivîsandiye: “Mayîna hêzên biyanî, di sûda milîsan de ye, ji bo têkelkirina Iraqê ye di şerê navbera Sûriye û Îsraîlê de.”

K24
Top