• Sunday, 30 June 2024
logo

Hekem Xelo: Ne bawerim hikûmeta Sûriyê jiber milîsan tevlî şerê li Qamişlo bibe

Gulan Media April 23, 2021 Nûçe
Hekem Xelo: Ne bawerim hikûmeta Sûriyê jiber milîsan tevlî şerê li Qamişlo bibe
Endamê Encûmena Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hekem Xelo ji Rûdawê re ragihand, şerê vê dawiyê yê li bajarê Qamişlo şerekî di asteke biçûk de ye û got: “Ne bawerim ku hikûmeta Sûriyê bo piştgiriya milîsên xwe tevlî şerê li Qamişlo bibe.”

Ji şeva Sêşemiyê 20ê Nîsanê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de ser derketiye û rewş li bajêr hêj aloz û ne aram e.

Berpirsên Rêvebriya Xweser dibêjin, guman tê de nîne ku hejmarek şêx û mezinên hoza Tey destê wan di vî şerî de heye, lê tekez dikin ku peywendiyên wan ên baş li gel piraniya vê hozê jî hene û rêveberî pêdagire li ser pêkvejiyan û aştiyê di navbera pêkhateyên Qamişloyê de.

Endamê Encûmena Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hekem Xelo têkildarî rewşa li bajarê Qamişlo, şeva Pêncşemê 22ê Nîsanê beşdarî Bultena Rojava ya Rûdaw TV bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û ragihand, milîsên ku niha şer û alozî li bajarê Qamişlo derxistine, heman ew çekdar in ku di sala 2004an de xelkê bajêr talan kirin.

Hekem Xelo diyar kir, milîsên Berevaniya Niştimanî ser bi hikûmeta Sûriyê û partiya Beis ve ne û li ser bîr û bawerî û hişmendiya wê hikûmetê û partiyê ne, lewma hêzeke takrew e, xwe serdest dibînin û ji xwe zêdetir ti kesî qebûl nakin û nikarin pêkvejiyanê qebûl bikin. Xelo tekez kir, ew yek ji sedemên derketina şer li Qamişlo ye.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Hekem Xelo ragihand, milîsên Berevaniya Niştimanî şerê desthilatê dikin û “dixwazin desthilatdariya Rêveberiya Xweser nehêlin, herwiha hewl didin aramiya navçeya ku em lê dijîn têk bibin.”

Endamê Encûmena Rûspiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir, aloziya vê dawiyê ya li Qamişlo, “lîstoka Rûsya, rejîma Sûriyê û Îranê ye jî”, ji ber ku bi gotina wî, ew her sê alî naxwazin aramî li navçeyên Rêveberiya Xweser hebe, daku bêjin ezmûna wê rêveberiyê ezmûneke ne serkevtî ye.

Derbarê pirsa egera beşdariya hêzên artêşa Sûriyê di şerê li Qamişlo de jî, Hekem Xelo ji Rûdawê re got: “Kesên ku dixwazin ji rejîmê ku tevlî şer bibe, ji xwe peyda dibin, ne bi navê eşîrê, a niha weke rûsipiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyên me bi gellekan re heye, hin endamên me hene ji eşîra Tey û ew gişt ne bi wî şerî re ne û ne alîgir û hevalê rejîmê ne. Yanî ev ne helwesta eşîra Tey e, helwesta hin kesên wan hin şêxên wan e, yên ku berjewendiyên wan girêdayî berjewendiyê Şamê ne. Ew tên nasîn, wana 2004an jî xirabî kirin û a îro jî xirabiyê dikin. Lê bi qenaeta min, dibe ku rejîm di bin re alîkar be lê rewşa rejîmê û ber bi hilbijartinên serokomariyê ve diçin.., ez guman nakim rejîm rasterast têkeve şer lê dê alîkar be ji wan re. Dibe ku firqeya Terteb bê, ku gelek leşker têde ne,û Îranî pê re hene. Lê çargoşeya ewlehiyê aram e.”

Aloziya vê dawiyê ya li Qamişlo ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora demjimêr 22:00an ve dest pê kiriye.

Asayişa Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê destpêkerê şer bûne û diyar kiriye, şeva Sêşemê 20ê Nîsanê hejmarek ji çekdarên Berevaniya Niştemanî teqe li rêbendeke Asayişê li Filkeya el-Wehde kirin, ku di encamê de, endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest da.

Piştî wê bûyerê şerekî giran di navbera herdu aliyan de derket ku hêj jî berdewam e, û di şer de çekên giran jî hatin bikaranîn.

Li gorî amarên nexweşxaneyên Qamişlo 3 kesan jiber şer canê xwe ji dest dane, ku 2 jê zarokên 10 û 12 salî ne û yek jî endamekî asayîşê ye. Herwiha ji destpêka şer ve 5 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Li gor çavdêrên peywendîdar, Asayîşa Rêveberiyê û HSD dixwazin bi her awayî dawî bi hebûna milîsên Berervaniya Niştîmanî li taxa Tey û Qamişlo bi giştî bînin, jiber dibînin hebûna wê grûpa çekdar metirsî ye li ser pêkvejiyanê li Qamişlo û tevahiya navçeyê.

Rudaw
Top