• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Tirkiyê Jin rewşa Awarte û kuştinê naxwazin

Gulan Media October 24, 2016 Civakî
Li Tirkiyê Jin rewşa Awarte û kuştinê naxwazin
Di Rewşa Awarte de herî zêde jin ji ser kar tên avêtin. Digel vê yekê di nava jiyana rojane de jî jin rastî kiryarên nebaş û kuştinê tên. Ji ber vê çendê, jin reaksiyonê nîşanê van kêşeyan didin û ne Rewşa Awarte ne jî kuştinê dixwazin.

Li gorî daneyên Saziya Statîstikê ya Tirkiyê(TUÎK) piştî 4 mehên Rewşa Awarte herî zêde jin ji ser kar hatine avêtin. Li gorî TUÎKê di beşa pîşesaziyê de 69 hezar, beşa perwerdehiyê de 83 hezar û beşa tenduristiyê de jî 21 hezar jin ji kar hatine derxistin. Ji ber vê yekê jin ji bo ku mafê xwe yên karkirinê bidest bixin li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Komeleya Kedkarên Gelemper (KESK) daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de Sekretera Giştî ya KESKê Gulistan Atasoy diyar kir ku deshilatê bi hinceta Rewşa Awarte armanc kiriye ku jinan di malan de hepis bike, lê belê ew dê her ji bo kar û keda xwe têbikoşin.

Sekretera Giştî ya KESKê Gulistan Aksoywiha got:"Ji xwe deshilat hemû qadên jiyanê de ji bo binpêkirina mafê jinan tevdigere. Digel hêzên aştîxwaz û kedkar, jin jî pêş çavê deshilatê wek dijminekê tên dîtin. Ew kesên ku dibêjin me; wekî mêran bimrin em ê li hemberî wan jiyaneke hevpar bidin avakirin û her qadên jiyanê de jin dê xwe birêxistin bikin."

Digel ji kar derxistinê di nava jiyana rojane de jî jin zirarekî mezin dibînin, rastî kiryarên nebaş tên û di kolanan de tên kuştin. Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser vê yekê ku di sala 2015an de 414 jin û di 10 mehên dawîn yên sala 2016an de jî 237 jin hatine kuştin û mixabin hikûmet ji bo kiryarên wan kuştinan peyda bike tu xebatan nake, beravajî vê yekê pêşiya kuştina jinan vedike.

Sekretera Giştî ya Komeleya Jinan Sati Çalî wiha axifî:"Li Tirkiyê her roj kuştina jinan zêde dibe û bi taybetî jî di çarçoveya Rewşa Awarte de kuştina jinan zêde bûye û bi tu awayî nayê axaftin. Ji ber vê yekê ji bo ku jin jî jiyaneke mirovane û hevpar bijîn hewceye hemû sepanên Rewşa Awarte bên rakirin û welatekî demokratîk bê avakirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bila şer û pevçûnên niha li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê berdewam dike bi dawî bibin, ji ber ku di wan şer û pevçûnan de herî zêde jin zirarên mezin dibînin. Herwiha jinan bang li rayedarên dewletê kir ku di demek nêz de kujerê evqas jinan peyda bikin.

K24
Top