• Sunday, 30 June 2024
logo

Qamişlo.. Piştî agirbestê careke din şer dest pê kir

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Qamişlo.. Piştî agirbestê careke din şer dest pê kir
Peyamêrê K24ê da zanîn, berî bîstekê careke din li Qamişlo şer di navbera hêzên Asayişê û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna hêzên Berevaniya Niştimanî, agirbest ragihandibû û ew agirbest heta dema nîvro bû.

Peyamnêrê me diyar kir, li gor xalake agirbestê her hêzek li kû be, dê xala xwe li wir deyne, lê dema hêzên Asayişê xala xwe li taxa Tey datanîn, endamên berevaniya Niştimanî êrîşî wan kirin û endamekî Asayişê birîndar bû û careke din şer dest pê kir.

Ragihandina agirbesta demkî ji bo yekê bû ku ji bo aliyên pêwendîdar lêkolînê bikin û bizanin kîjan alî bûye sedema derketina şer û çawa her du alî bigihin rêkeftineke giştgîr.

Şeva 20ê vê mehê çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin. Piştre şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.

K24
Top