• Sunday, 28 July 2024
logo

Zilamên kurd berê xwe didin bûkên Misirê

Gulan Media October 10, 2016 Civakî
Zilamên kurd berê xwe didin bûkên Misirê
Zilamekî kurd ê bi navê C.N ku temenê wî 82 sal in, piştî mirina hevjina xwe dixwaze careke din bizewice lê jinên kurd lê razî nebûne. C.N serî li navendekê peydakirina hevjînan daye û ji bow î hevjînek ji Misirê hatiye peydakirin.

C.N xelkê bajarê Silêmaniyê ye, malnişîn e û 4 kur û keçekî wî hene. Beriya 4 mehan ji bo czreke din bizewice, pêwendî bi navendekî peydakirina hevjinê dike û ew jî jineke 35 salî yê xelkê Misirê jê re peyda dikin. Piştî ku C.N û jina misirî hev dibînin, biryara zewacê didin.

Xwedanê Navenda Payman a peydakirina hevjînan Fayiq Hemesor ji Rûdawê re got, “C.N ji bo peydakirina hevjînekê ji me alîkarî xwest. Rewşa wî ya aborî ne baş e. Tenê xaniyekî wî heye. Lê jinên kurd lê razî nebûn. Paşî me ji Misirê jinek dît ku razî bû bi C.N re bizewice. Zarokên wê jinê jî hene.”

Hemesor daxuyand ku ji bo dîtina jina misirî ligel C.N çûne Misirê û li wir hevdîtin kirine û wiha got:

“Hevûdin dîtin û axivîn. Bi hev razî bûn. Şertekî jinê hebû ku ew jî got bila hecî li Misirê bimîne û C.N jî ev yek qebûl kir.”

Xwedanê Navenda Peyman da zanîn ku di dema mehrê de C.N tenê bi bihayê hezar û 500 dolaran zêr ji bo bûkê kiriye.

Ev bûyera zewaca ligel jinên misirî ne karê yekem a Navenda Peyman e. Li gorî gotina xwedanê navendê, di sala 2010ê de bi awayekî demkî beşdarî pêgehên peydakirina hejîniyê kirine û hevjînên biyanî ji bo jin û zilamên kurdan peyda dikin.

Fayiq Hemesor ragihand, “Yekemîn car di sala 2010ê de bi rêya navenda me kurdekî ligel jineke biyanî zewac kir. Kurdekî xelkê Hewlêrê ligel keçekî tunisî li Sûriyê hev dîtin û paşî zewicîn. Me navbeynkarî kir û niha jî ew bi hev re ne û zarokên wan hene.”

Bi kom diçine Misirê

Çend zilamên xelkê Silêmaniyê biryar dane ku di vê mehê de bi kom serdana Misirê bikin û ligel jin û keçên wî welatî bizewicin.

E.M karmendekî 37 salî ye û ev 2 sal in ji hevjîna xwe cihê bûye. Zarokên wî nînin.

E.M ji Rûdawê re got, “Ji bo careke din bizewicim, li Silêmaniyê min çend keç dîtin lê her yek ji wan jî jiber sedemekî ne bi dilê min bûn. Niha min amadekarî kirine ku herim Misirê û ji wir bûkê bixwazim.”

H.K mamostayekî 62 salî ye û 3 zarokên wî hene. Jina wî nexweşiya penceşêrê girtiye û ji ber vê yekê jî biryar daye careke din bizewice.

H.K jî ji Rûdawê re got, “Jiber zarokên min, jinên kurd ên Silêmaniyê razî nabin ligel min bizewicin. Ji ber vê min biryar da herim Misirê.”

D.Q zilamekî din ê 39 salî ye û karmendê şîrketekî taybet e. D.Q jî jiber sedemên navxwe, ji hevjîna xwe cuda bûye û dibêje, “Ez êdî naxwazim ligel jinekê kurd bizewicim. Niha jinekê misirî nas dikim ku bazirgan e. Lê ew nayê Kurdistanê. Lewma ez ê herim wê derê. Eger çêbû ez ê li wir bizewicim û bimînim.”

Pêwendiyên Navenda Peyman ligel nivîsîngehên hevjîniyê yên Misirê re heye. Ji destpêka damezrandinê heta niha, vê navendê 8 zewacên kurdan ên ligel kesên biyanî pêkaniye.

Hemesor herwiha da zanîn ku heta niha bi dehan kesan navên xwe ji bo peydakirina hevjînên biyanî ligel wan tomar kiriye ku di nav van kesan de zilamên 80 heta 90 salî jî hene.

Fayiq Hemesor got ku ji bo peydakirina hevjînan ew ligel nivîsîngehên Misirê dişêwirin û eger namzetên hevjîniyê şertên hev qebûl bikin, zewaca wan jî pêk tê.

Li gorî gotina Fayiq Hemesor, niha jinên mexrîbî jî pêwendî ligel wan dikin 3u dixwazin ligel zilamên kurd bizewicin.

Forma biyaniyan ji ya xwemalî girantir e

Navenda Peyman di sala 2009ê de hatiye damezrandin. Bi rêya dagirtina formekî ve ji bo keç û kuran hevjînan peyda dike. Ev navend di heman demê de hevjînên biyanî jî peyda dike.

Forma ji bo hevjîniya navxwe 25 hezar dînar e lê ji bo yên biyanî 50 hezar dînar e.

Rudaw
Top