• Sunday, 30 June 2024
logo

Naveroka civîna civata wezîran

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Naveroka civîna civata wezîran

Civata wezîran du proje qanûn pejrand.

Duh bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civata wezîran civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand:

Îro çarşem 21 Nîsana 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di destpêka civînê de ku têde Cîgirê Serokwezîr jî amade bû, me behsa vê yekê kir ku, bi mebesta kar asanî û xizmet kirina welatiyan û ne hêştina rûtînan di nava dezgeh û fermangehên hikûmetê de, biryar hatiye dayîn daku desthilatên îdarî jî civata wezîran bo wezaret û birêveberatiyan û fermangehan li parêzgehan werin dayîn daku karûbarên welatiyan bilez werin cîhbicîhkirin û xizmetgozarî jî bi awayeke baştir û bileztir bigehêjine tevahiya welatiyan bi awayek ku di nava xalên serekî yên bernameya kabîneya 9an de behs jê hatibû kirin.

Pişt re me behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî li herêma Kurdistanê kir û encamên êrîşên vê dawiyê yên ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û helwesta civaka cîhanî û me balkêşande ser vê yekê ku, li gel hikûmeta fedralî di nava têkiliyên berdewam dene bo ku sînorek bo êrîşên han yên ku li dijî herêma Kurdistanê tên pêkanîn, were danîn, me tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze xwedan têkiliyên baş û dostane be li gel welatên cîran û herwiha spasiya helwesta civaka cîhanî jî bi taybetî Amerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpayê kir bo diyar kirina hevsozî û piştîvaniya xwe bo herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de wezîrê navxwe derbarê êrîş û destdirêjiyên ku bo ser herêma Kurdistanê têne kirin, behsa girîngiya hemahengiya li gel hikûmeta fedralî û cîhbicîh kirina pêbendiyan ji aliyê her du aliyan ve bi taybetî ektîf kirina xalên ewlekarî yên hevbeş kir bo rûbirû bûna metirsiyan.

Di beşa dudiyan ya civînê de wezîrê darayî û abûrî û wezîrê pilan danîn xetên giştî yên bernivîsa yekem ya proje bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an bi hijmar û datayên hewce di warên (dahat, xercî, deyin, pêbendiyên darayî û kurtanîn) raportek pêşkêş kirin ku li ser esasê li ber çav girtina xişteyên amadekirî yên herêmê di nava proje bûdceya fedralî ya Îraqê de bo sala 2021an ku di roja 12 Nîsanê de ji aliyê rojnameya fermî ve hatiye belavkirin û biryare proje qanûna dûceya herêmê di demeke nêz de bo parlementoyê were şandin.

Di berdewamiya civînê de bernivîsên her du proje qanûnên serrast kiriya qanûna mafên mirovan, îmtiyazên kêmendaman û xwedan pêdiviyên taybet bi hijmara 22 ya sala 2011an bo baştir kirina jiyana wan û herwiha proje qanûna berkar kirina fermî ya pola Îraqî ya bi hijmara 71an ya sala 2012an li herêma Kurdistanê, hate pêşkêşkirin û piştî nîqaşeke berfire jî ev her du bernivîsên han hatin pejrandin.

Di mijara dawî ya civînê de her di çarçoveya pêngavên cîhbivîh kirina qanûna reforman de, civata wezîran bernameya sazmandehî kirina zirêvanên taybet li herêma Kurdistanê de bi piraniya dengan pejrand bo ku di vê warê de jî reform were pêkanîn û tevahiya wezaretên têkildar jî bo cîhbicîh kirinê hatin pîwerdarkirin.
Top