• Sunday, 30 June 2024
logo

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Rojnamevaniya Kurdî

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Rojnamevaniya Kurdî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya derbasbûna 123 sal di ser derketina yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Îro li Herêma Kurdistanê, ji bo bizava rojnamevaniyê derfeteke zêrîn çêbûye û ber bi qonaxeke pêşketî gav avêtiye.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Qonaxa niha, ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye, loma divê rojnamevanên Kurdistanê, bi rêya pabendbûna bi yasa û etîka pîşeyî ya medyayê, rêz li karê rojnamevaniya xwe bigrin, da ku bi awayekî herî ciwan karê xwe bikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya rojnamegeriya Kurdî û derbasbûna 123 sal di ser derketina yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê re, ku ligel salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hevdem e, ez pîrozbahiyeke germ li hemû medyakar û rojnamevanên Kurdistanê dikim.

Îro li Herêma Kurdistanê, ji bo bizava rojnamevanî, derfeteke zêrîn çêbûye û ber bi qonaxeke pêşketî gav avêtiye, bi awayekî ku îro li Herêma Kurdistanê, bi sedan dezgehên hemû cûre ragihandinê hene û bi azadî karê xwe dikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi şanazî, ji bo çespandina zêdetir bingehên azadiya medya û demokrasiyê xebitiye û her dem ji dil xwestiye ku zemîneke guncaw ji bo karê rojnamevaniyê pêk bîne.

Qonaxa niha, ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye, loma divê rojnamevanên Kurdistanê, bi rêya pabendbûna bi yasa û etîka pîşeyî ya medyayê, rêz li karê rojnamevaniya xwe bigrin, da ku bi awayekî herî ciwan karê xwe bikin û bi berpirsyarî ligel pîşeya xwe tevbigerin û peyama wan di xizmeta armancên niştimanî de be.

Di vê boneyê de, em bi rêz û pêzanîn li xebat û têkoşîna rojnamevanên pêşeng ên Kurdistanê dinêrin, ku ewan xizmeteke mezin li karwana rojnamevaniya Kurdî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirine.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Top