• Sunday, 28 July 2024
logo

Trajediya du jinên kurd

Gulan Media October 9, 2016 Civakî
Trajediya du jinên kurd
Roja 22ê Îlonê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jinekî 23 salî agir berda canê xwe û piştî hefteyekê jiyana xwe jidest da. Rojek piştî vê bûyerê, jineke 19 salî li qezaya Pişder a Ranyayê, ji aliyê hevjînê xwe ve hate gulebaran kirin.

Demjimêr 5ê sibêya roja 22ê Îlona 2016ê, jina bi navê Rênas Ebdullah, li mala xwe ya li taxa Kodo ya navçeya Ranyayê, agir berda bedena xwe. Rênas jiber giraniya birînên xwe, ji Ranyayê şandine Silêmaniyê lê roja 29ê Îlonê jiyana xwe jidest da.

Mamê Rênasê, Emîn Xidir derbarê mirina biraziya xwe de dibêje, “Dema birîndar bû, me sedema xweşewitandinê jê nepirsî. Lê gelek poşman bibû. Dilxweş bû ku dê nemre û careke din jî sax bibe.”

Xidir diyar dike ku zarokê Rênasê yê 11 mehî hergav nexweş bûye û jib o dermankirina wî, li hemû nexweşxaneyan geriyane lê çareserî peyda nekirine. Lewma vê rewşê bador li Rênasê kiriye û rewşa wê ya derûnî têkbiriye.

Rêveberê Tekoşîna li Dijî Tundutîjiya Ser Jinana li Raperînê Rêbuwar Esed jî dibêje, “Sedema xweşewitandina Rênasê nayê zanîn, lewma ti kes nehatiye girtin. Lê rêjeya sotinê ji sedî 60 bû, lewma jî pizîşkan nekarîn rizgar bikin.”

Esed da zanîn ku hevjînê Rênasê di dema bûyerê de xwestiye agir bitemirîne lê bedenê wî jî ji sedî 40 şewitiye û ew jî niha di nexweşxaneyê de ye.

Hevjînê wê ew kuşt

Rojek piştî mirina Rênasê, roja 30ê Îlonê, jinekê din ê bi navê Rêzan a 19 salî, ku dayika du zarokan bû. Li qezaya Pişderê ji aliyê hevjîna xwe û birayê wî ve hate kuştin.

Malbata Rêzan li gundê Helşoya Pişderê ne û derdikevin zozanan. Malbata wê dibêjin ku jiber pirsgirên nav male, Rêzan hatibû gel bala bavê xwe.

Roja bûyerê hevjîna wê û birayên hevjîna wî, li zozanan wê gulebaran dikin. Polîs ligel hevjîna Rêzanê, 3 birayên din jî digre.

Mamê Rêzanê Xisir Oso derbarê mijarê de dibêje, “Rêzan û hevjînê wê, pismam û dotmam in. Herdu jî biraziyên min in û ez bawer nakim ku hevjînê wê wiha kiribe. Lê dîsa divê mirov pişta xwe bi yasayan ve girêbide.”

Rudaw
Top