• Sunday, 30 June 2024
logo

Hêzên asayişê rêya sereke ya taxa Tey a Qamişlo kontrol kirin

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Hêzên asayişê rêya sereke ya taxa Tey a Qamişlo kontrol kirin
Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo rêya sereke ya taxa Tey a kontrol kirin ku ji şeva derbasbûyî ve şer û pevçûnên dijwar lê rû didin.

Şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Navxwe ya Rêveberiya Xweser û çekdarên Milîsên Berevaniya Nîştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê li Qamişlo berdewam in.

Payamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragihand, hêzên Asayişa Rêveberya Xweser rêya sereke ya taxa Tey xistin bin kontirola xwe.

Li gor zanyariyên peymanêra Rûdawê hejmareke xelkê taxa Tey û Dewara Wehde ji ber şer û pevçûnan malên xwe bicih hiştine.

Her li gor zanyariyên Rûdawê milîsên Berevaniya Nîştimanî yên serbi hikûmeta Sûriyê, nîşanşikên danîne û rewş aloze û berdewam teqe tê kirin.

Peyamnêra Rûdawê diyar jî kir ku heta niha pevçûn ji sînorên taxa Tey derneketine ku ew taxeke Erebnişîn e.

Ew şer, di destpêkê de li taxa Tey li Dewara Wehdê destpê kir ku seet 22.10 şeva derbasbûyî milîsên Hikûmeta Sûriyê êrîşî xaleke kontrolê ya Asayişê kirin û di encamê de endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî birîndar bû û piştre canê xwe ji dest da.

Piştre hêzên Asayişê li nav Qamişlo belav bûn, bi taybet li derdora taxa Tey û Dewara Wehde û heta niha jî alozî berdewam in.

Rudaw
Top