• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Şingalê alozî di navbera artêşa Iraqê û PKKê de derket

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Li Şingalê alozî di navbera artêşa Iraqê û PKKê de derket
Piştî ku artêşa Iraqê hewl da di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de biçe başûrê çiyayê Şingalê bi cih bibe, hêzeke ser bi PKKê rê lê girt û nehîşt artêşa Iraqê biçe nava bajarokê Gir Uzêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir.

Hêzên PKKê xelkê navçeyê han dide rêgiriyê li artêşa Iraqê bikin û nehêlin ew karên xwe encam bidin, vê yekê jî hîşt ku alozî dirust bibe û her du alî bi çek rûbirûyî hevdu bibin.

Fermandarekî ji artêşa Iraqê ji K24ê re got: “Li gor biryarên rêkeftina asayîkirina Şingalê, pêwîst bû Firqeya (15) û (20) a artêşa Iraqê li wê deverê bi cih bibe, lê ev çendîn car in PKKê rêgiriyê dike û xelkê han dide şerê me bike.”

Wî fermandarê artêşa Iraqê got jî: “Ji heyama 3 salan ve Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir di bin destê PKK û Heşda Şeibî de ye û hîna ew dever wek xwe maye û xelk di rewşeke xirap de dijîn.”

Ji aliyekî din ve, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hêzeke ser bi PKKê ve ye, dibêje ew ji navçeyê dernakeve û ji bo ew dever di bin destê wan de bimîne, ew amade ne şer bikin.
K24
Top