• Sunday, 28 July 2024
logo

Başûr – Di nav 6 mehan de bi dehan jin hatine kuştin û xwe kuştine!

Gulan Media October 6, 2016 Civakî
Başûr – Di nav 6 mehan de bi dehan jin hatine kuştin û xwe kuştine!
Rêveberiya nehîştina tundiya li dijî jinan ragihand, di heyama 6 mehên borî de 47 jinan xwe kuştine û 45 jin jî rastî tundiya sêksî hatine.

Rêveberiya nehîştina tundiya li dijî jinan a Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, daye zanîn ku di heyama 6 mehên borî de 16 jin hatine kuştin, 47 jinan xwe kuştine.

Li gorî daxuyaniyê, di heyama 6 mehên borî de 125 jin şewitîne yan hatine şewitandin û 52 jinan jî xwe şewitandine. Ev rêje li gorî par pir zêde bûye.

Di mijara tundiya sêksî (dest avêtin) de jî hatiye gotin ku 45 jin rastî destdirêjiyê hatine ev jî li gorî kêm bûye çimkî par 70 jin rastî êrişa sêksî hatibûn.

Basnews
Top