• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî: Zimanê tundiyê û dijûnan rawestînin

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Zimanê tundiyê û dijûnan rawestînin
Baregeha Barzanî daxuyaniyek derbarê bikaranîna zimanê tûj û dijûnan di ragihandin û torên civakî de belav kir û tê de tê gotin, “Mixabin ew demeke e dijûndan û zimanê tûj di navbera aliyên siyasî de heye, Serok Barzanî ferman daye medyayên Partiya Demokrata Kurdistanê ku pêwîst e nirx û prensîp û bingehên moralî bên parastin û armanca serekî parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê be.”

Baregeha Barzanî di vê daxuyaniyê de amaje bi “Lêvegera Kurd” anku merciyê Kurd dike û dibêje: “Li gor serok Barzanî, xwîna şehîdan û çeperên Pêşmerge lêveger in jibo tevahiya xwedî doz û niştimanperwer û welatparêzên Kurdistanê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “her li gor vê fermanê, her organeke PDKê pabendî nirx û armancên PDKê û prensîpên giştî nebe, dê lêpirsîn pê re bê kirin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin, ku serok Barzanî xwe weke Pêşmerge dibîne û herî zêde bi wê yekê şanaz e, tekez tê kirin: “Her li vir em radigihînin ku serok Barzanî, pêştir û niha û di pêşerojê de jî xwe weke pêşmerge dibîne û pêşmergetiyê di ser hemû corên pênase û pile û payeyan, û weke mezintirîn şanaziyê dibîne.”

Rudaw
Top