• Sunday, 30 June 2024
logo

Salih Muslim sedemên şerê li Qamişlo aşkere kir

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Salih Muslim sedemên şerê li Qamişlo aşkere kir
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim dibêje, şer û aloziyên vê dawiyê yên li Qamişlo, “lîstokên hikûmeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin”.

Ji derengiya şeva bihorî ve li bajarê Qamişlo şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê de derketiye û aloziya li bajêr hêj berdewam e.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê, Salih Muslim derbarê şer û aloziyên li Qamişlo daxuyaniyek daye û sedemên aloziyan aşkere kiriye.

Salih Muslim ku ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re axiviye, têkildarî şerê duh û îro yê li bajarê Qamişlo ragihandiye, êrişên li dijî hêzên Asayişê weke “bê exlaqî” bi nav kir û tekez kiriye, ku “armanc têkdana aramiya li navçeyê ye”. Muslim dibêje, êrişên bi vî awayî bi zanebûn tên kirin, ji ber ku bi gotina wî “dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin”.

Salih Muslim dibêje: “Ev ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî de bibêjin em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevliheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bê exlaqî ye.”

Wî rayedarê payebilind ê PYDê herwiha amaje bi nêzîkbûna hilbijartinên serokatiya Sûriyê jî kiriye û ev yek weke sedemeke din a derxistina aloziyên li Qamişlo bi nav kiriye.

Salih Muslim vê yekê weke “lîstoka hevbeş a hikûmetên Rûsya û Sûriyê” bi nav dike û diyar dike: “Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi hêz in. Ev tiştên vala ne. Ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan. Bi van nêzîkatiyan bawerî ne bi Rûsyayê û ne jî bi hikûmeta Şamê çêdibe û her ku diçe di nav gel de jî bawerî namîne. Ev nayê wê wateyê ku hêzên me lawaz in.”

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo, Vîviyan Fetah jî ragihand, hêzên Rêveberiya Xweser ber bi xalên hêzên Sûrî ve pêşve çûne û rêya serek ya li taxa Tey ku taxeke erebnişîn e û di jêr desthilata hêzên hikûmeta Sûriyê de ye, xistine bin kontrola xwe.

Rudaw
Top