• Sunday, 30 June 2024
logo

Çapemeniya Amerîka: Siûdiye dikare Îraq ji hejmûna Îranê rizgar bike

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Çapemeniya Amerîka: Siûdiye dikare Îraq ji hejmûna Îranê rizgar bike
dibêje dema vê yekê hatiye ku Siûdiye têkiliyên xwe yên li gel Îraqê baştir bike.
Dibêje dema vê hatiye ku Siûdiye û Îraq têkiliyên xwe baştir bikin.

Malpera Interbational Policy Digest raportek derbarê têkiliyên navbera Îraq, Siûdiye û Îranê de belav kiriye û di raportê de behsa rola Siûdiyeyê di pêşeroja Îraqê de kirin.

Li gor raporta malpera nav hatî, Siûdiye dikare bi baştir kirin û bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Îraqê, Îran li Îraqê bêbandor bike û Îraq di bin hejmûna Îranê de rizgar bike.

Malperê nivîsandiye: Niha dem dema vê yekê ye ku Siûdiye bo bêbandor kirina Îranê, têkiliyên xwe yên li gel Îraqê di her warî de berfiretir û bihêztir bike.

Herwiha bahesa vê yekê jî hatiye kirin ku Siûdiye dikare gelek hevkariya Îraqê bike bo ku Îraq vegere ser rewşeke normal.

Hêjayê gotinê ye ku duhê jî malperele din ya Amerîkayê belav kiribû ku hefteya derbasbûyî, Siûdiye û Îran bi nihênî li Bexdayê civiyane û behsa çend mijaran kirine.
Top