• Sunday, 30 June 2024
logo

Çekdarên Îranî welatiyekî Kurd kuştin

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Çekdarên Îranî welatiyekî Kurd kuştin
Li Serdeştê gule li ser xelkê reşandine.

Navenda Hengawê ya mafên mirovan ragihand ku di rojên derbasbûyî de çekdarê rejîma Îranê li bajarê Serdeştê gule li ser şêniyên bajarê reşandine û di encma de welatiyekî Kurd hatiye kuştin.

Ev bûyer roja 16ê Nîsanê li taxa Rebet ya bajarê Serdeştê çê bûye û di encama bûyerê de welatiyekî Kurd canê xwe ji dest daye û welatiyeke din jî birîndar bûye û bi birîndarî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin.

Welatiyê ku hatiye kuştin navê wî Xalid Resûliye û temena wî jî 35 sale.
Top