• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kirmaşanê karkerekî xwe şewitand

Gulan Media September 28, 2016 Civakî
Li Kirmaşanê karkerekî xwe şewitand
Karkerekî şaredariya bajarê Kengawerê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê hewl da xwe bi şewitîne.

Li gor raporta ajansa kurdpa yê îro 28.09.2016ê karkerekî li hember awahiya qaymeqamiya bajarê Kengawerê xwe şewitind. Lê li gor zanyariyên bi dest ketine hewlên xwe şewitindina wî karkerî bê encam bûye.

Nasnameya wî karkerî hîn ronî nebûye û li gor malperên Kirmaşanê sedemê xwe şewitandina wî karkerî ji ber çar mehe nekariye mûçeyê xwe verbigre, nerazîbûna xwe xwestiye nîşan bide.

Derbarê bûyerê de hîn jî zanyariyên hûr nehatine bidest xistin. Lê hemwelatiyên agahdar li gor ku dibêjin û li cîhê bûyerê bûn, dema hewldana xwe kuştina wî karkerî dibînin nahêlin ew karkere bişewite.

Bajarê Kengawerê 90 kîlometre rojhilatê bajarê Kirmaşanê ye.

Basnews
Top