• Sunday, 30 June 2024
logo

Tirkiye berdewame li ser guhertina demografiya Efrînê

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Tirkiye berdewame li ser guhertina demografiya Efrînê
heta niha 300 xanî ji wan re çê kiriye.
Efrîn ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin.

Piştî dagîr kirina bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, prosesa guhertina demogirafiya bajêr destpê kiriye.

Tirkiye û komên cîhadî, piştî qedexe kirina ziman, çand û navên Kurdî, dest bi der xistin û girtina welatiyên Kurd yên li Efrînê kirine.

Pişt re jî Tirkiye û komên cîhadî dest danîne ser xanî, mal û milkên welatiyên Kurd ev dane terorîstên cîhadî.

Niha jî Tirkiye bo guhertina demogirafiya Efrînê dest kiriye bi çê kirina xaniyan bo Ereb û Tirkmanên hawirde û malbetên terorîstên cîhadî yên ku di bin fermana Tirkiyeyê dene.

Li gor zaniyariyên berdest heta niha Tirkiye zêdetir ji 300 xanû bo Tirkimen, Ereb û malbetên terorîstan di nava Efrînê de çê kiriye.
Top