• Sunday, 30 June 2024
logo

Ji ber PKKê rewşa koçer û cotkarên devera Sîdekan kambax e

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Ji ber PKKê rewşa koçer û cotkarên devera Sîdekan kambax e
Qaymeqamê bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê dibêje, wan civînek taybet li ser rewşa deverên sînorî yên nahiya Sîdekan kirine da ku çareyekê bo koçer û cotkaran re bibînin.

Ji ber hebûna hêzên PKKê li deverên sînorî, ajeldar û koçer û cotkarên ku zevî û erdên wan li deverên sînorî hene, di rewşek xirab de ne.

Qaymeqamê Soran, Helgord Şêx Necîb li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, di warê ewlehiyê de rewşa deverên sînorî yên nahiya Sîdekan xirab e. Sebeba serekî jî hebûna hêzên PKKê û bordûmana Tirkiyê ye, hinek caran jî Îran bi behaneyên cuda wan deran topbaran dike. Her sal xelkê me dibin qurbanî.

Helgord Şêx Necîb her wiha got, me li ser rewşa wê deverê û bo dîtina çareyekê civînek li dar xist. Me çend pêşniyar amade kirin û ji yên ser xwe re şandin.

Qaymeqamê Soran da zanîn jî, divê çareyek baş bo rewşa deverên sînorî were dîtin da ku jiyana xelkê were parastin û ew bikarin karûbarên xwe bikin. Nabe pez û ajel û zeviyên welatiyên me bibin qurbana şer û aloziyên PKKê û dewleteka cîran. Divê ev rewş were çareserkirin.

Basnews
Top