• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nameyeke fermî de bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û welatên endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî, çend daxwaz arasteyî civaka navdewletî kirin.

Nêçîrvan Barzanî di nameyê de daxwaz dike ku ji Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê re desthilata zêdetir were dayîn û rola wî ya zêdetir hebe di navbeynkariya navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî jî di mijarên cîbicîkirina madeya 140 a destûrê û pirsgirêka petrolê û dabeşkirina dahatê de.

Herwiha piştgiriya li daxwaza Hikûmeta Federal a Iraqê li Encûmena Asayîşa Navdewletî dike ji bo zêdekirina rola Neteweyên Yekbûyî di çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê de û piştrastbûna li ser wê yekê ku hilbijartinên meha Cotmeha îsal bi başî û bêyî binpêkirinan birêve biçe.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike ku di nivîsa projebiryara nû ya Encûmena Asayîşa Navdewletî de derbarê Iraqê de piştgiriya fermî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî hebe ji bo cîbicîkirina rêkeftina van demên dawî yên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser budce û danûstandina derbarê hemû pirsên rawestandî de.

Di xaleke din a nameyê de daxwaza alîkariya mirovî û pişgiriya zêdetir dike ji bo awareyên li Herêma Kurdistanê û başkirina jiyana kesên li di nav kampan de.

K24
Top