• Sunday, 28 July 2024
logo

Xwestin xwîşka xwe bikujin

Gulan Media September 28, 2016 Civakî
Xwestin xwîşka xwe bikujin
Li navçeya Şeqlawa ya ser bi Hewlêrê, çend birayekî jiber pirsgirêkek civakî xwîşka xwe ya dayika 4 zarokan, nêzîkê mehekê di manl de hepis kirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Tekoşîna li Dijî Tundutîjiya li Hember Jinan, Sefîn Tahir ji Rûdawê re got, “Jina bi navê C.H ku dayika 4 zarokan e, jiber pirsgirêkeke ligel hevjînê xwe ji aliyê birayên xwe ve hatiye zîndanîkirin.”

Tahir diyar kir ku birayên C.H. roja 27ê Tebaxê ew di malê de zîndanî kirine û piştî mehekê, roja 27ê Îlonê, radestê Mala Parastina Jinan a Hewlêrê kirine.

Sefîn Tahir got ku malbata C.H gef li wê xwarine û herwiha xwestine bikujin, lê ji ber guvaşên derdorê nekuştine.

Tora Medyaya Rûdawê di beşekî bernameya Hot de, taybet cîh dabû serpêhatiya C. H.

Rudaw
Top