• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Baxdayê kir

Gulan Media April 19, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Baxdayê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Nîsana 2021an pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Iraqê Fatih Yildiz kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Tirkiye li Iraqê bi mebesta malavayî û dawî hatina erkên xwe ya li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, Balyozê Tirkiye silavên Serok Komarê Tirkiyê bi Serok Barzanî gihand û her wiha wan êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir.

Her di vê hevdîtinê de ku Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê jî amade bû, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin û her du alî jî li ser ewe hevrê bûn ku bi navê mîsogerbûna aramî û vegerandina koçberan pêwîste rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bê bicîhkirin.

K24
Top