• Sunday, 30 June 2024
logo

Wezareta Pêşmerge nûçeya derbarê alîkariya Amerîka de red kir

Gulan Media April 19, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge nûçeya derbarê alîkariya Amerîka de red kir
Rêveberê Karûbarên Pizîşkî li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê red kir, ku heya niha ti coreke vaksînê ji bo Hêza Pêşmerge hatibe dabînkirin û dibêje, belavbûna nûçeya dabînkirina vaksînê ji aliyê Amerîka ve bo lîwayên taybet ên Wezareta Pêşmerge, nûçeyeke nerast e.

Di çend rojên bihorî de nûçeya dabînkirina vaksîna coronayê ji bo lîwayên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge di çend malper û pêgehên medyaya civakî de hatibû belavkirin, lê Wezareta Pêşmerge ew zanyarî bi temamî red kir.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, têkildarî belavbûna wan zanyariyan, wan têkilî bi Rêveberê Karûbarên Pizîşkî yê Wezareta Pêşmerge, Dr. Rizgar Elî kiriye û tekez kir, “belavbûna nûçeya dabînkirina vaksînê ji aliyê Amerîka ve bo lîwayên taybet ên Wezareta Pêşmerge di çend malper û kanalên medyayê de, nûçeyeke nerast e.”

Li gor daxuyaniyê, Rêveberê Karûbarên Pizîşkî yê Wezareta Pêşmerge diyar kiriye ku çavkaniya fermî ya karûbarên tendirustî li Wezareta Pêşmerge ew in û têkildarî vaksînê jî heta niha ti zanyarî negihîştine wan.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Tevî ku weke Rêveberiya Karûbarên Pizîşkî li wezaretê, me daxwaz ji hevpeymanan kiriye vaksînê ji hêzên me re dabîn bikin, lê heya niha hevpeymanan bersiva vê daxwaza me nedane.”

Dr. Rizgar Elî herwiha dibêje: “Her dema ku me bersivek erênî wergirt û vaksîn gihîşt destê me, wê demê em dê ji kanalên medyayê û xwîşk û birayên xwe yên pêşmerge re ragihînin, ji bilî vê yekê yak u di malper û kanalên medyayê de hatiye belavkirin, ji rastiyê dûr e.”

Çavkaniyekî ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Heya niha ti core vaksînek (ewên ku heya niha li Herêma Kurdistanê li xelkê tên dan) ji bo Wezareta Pêşmerge û Hêza Pêşmerge nehatine dabînkirin.”

Rudaw
Top