• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo ciwanan hişyariya seksê!

Gulan Media September 19, 2016 Civakî
Ji bo ciwanan hişyariya seksê!
Saziya Tendurustiya bi Komî ya Brîtanyayê (PHE) radigihîne ku rêjeya nexweşiyên bi rêya seksê belav dibin, ji sedî 128 zêde bûye.

Saziya Tendurustiya bi Komî ya Brîtanyayê (PHE) hişyarî dide ciwanên Brîtanyayê daku li hember nexweşiyên bi rêya seksê agahdar bin.

Li gorî nûçeya ajansa Xinhua ya Çînê, di navbera salên 2011 û 2015ê de rêjeya nexweşiyên veguhêz di nava ciwanên 15 û 24 salî de ji sedî 128 zêdetir bûye. Herwiha di navbera van salan de tenê li Londonê 42 hezar ciwanan nexweşiyên zuhrî (sîflîs) û suzenek (gonorya) girtine.

PEH daxwaz ji ciwanan dike da ku her sal serdana doktoran bikin û pişkinînên tendurustiyê bikin. Herwiha ligel pişkînînan, rê û rêbazên rast ên seksê bikarbînin.

Rêveberê Şaxê Londonê yê PEHê Ivan Doly jî diyar dike ku ev amar jî derdixin ku ciwanên Londonê bi awayeke tendurustî seksê nakin û xwe naparêzin.

Doly herwiha dibêje, “Ciwanên Londonê ligel zêdetirî du kesan seksê dikin lewma jî metirsiya belavbûna nexweşiyên veguhêz, mezin e.”

Li gorî amarên Saziya Tendurustiya bi Komî ya Brîtanyayê (PHE) nîvê ciwanên Brîtanyayê pişkînînên ji bo zanîna nexweşiyên xwe serdana doktoran nakin. Herwiha ji sedî 28ê wan jî bikaranîna kondomê şerm dibînin.

Beşek ji wan jî ditirsin ku eşkerebûna nedxweşiyên wan bibe sedema wê yekê ku ji civakê bên cihêkirin.

Rudaw
Top