• Sunday, 30 June 2024
logo

Artêşa Tirkiyeyê jî Kolberekî Kurd kuşt

Gulan Media April 19, 2021 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê jî Kolberekî Kurd kuşt
bi eşkence kirina du Kolberên Kurd qetil kiriye.
Di nava hefteyekê de du Kolber qetil kiriye.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja 15ê Nîsanê, artêşa Tirkiyeyê li devera Çaldiranê, çend Kolberên Kurd binçav kiriye.

Li gor nûçeya navenda Hengawê, roja 15ê Nîsanê, dema hijmareke Kolberên Kurd di navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de mişxûlî kolberiyê bûne, artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser wan kiriye û 2 ji wan Kolberan binçav kiriye.

Hengawê ev yek diyar kiriye ku artêşa Tirkiyeyê bi eşkence kirinê Kolberekî Kurd qetil kiriye û Kolbereke din jî bi giranî birîndar kiriye.

Kolberê Kurd yê ku di encama eşkence kirina artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye, navê xwe Hesen Keçelanlûye û temenê wî jî 35 salî û bavê 3 zarokaye.

Herwiha roja înê jî li sînorê Qotûlê artêşa Tirkiyeyê dîsa bi eşkence kirinê Kolberekî din yê bi navê Burhan Silêmanî qetil kiriye.
Top