• Sunday, 30 June 2024
logo

Amerîka ji bo hêza Pêşmerge perpûna dijî vîrusa koronayê dabîn dike

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Amerîka ji bo hêza Pêşmerge perpûna dijî vîrusa koronayê dabîn dike
Wekîlê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, biryare Amerîka perpûn ango vaksîna dije vîrusa koronayê ji 31 hezar Pêşmerge re dabîn bike.

Îro 18.04.2021ê wekîlê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Rehêl Fereydûn ji K24ê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên rêveberiya tenduristiya Pêşmerge li Hewlêrê, ji aliyê Amerîkayê ve vaksîn bo 31 hezar Pêşmergeyê Lîwayên hevbeş dê bê dabîn kirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew perpûn cureya Pfizer e ku ji bo herêma Kurdistanê hatibû şandin li Hewlêrê temam bûye û sibe li Silêmanî û Koye dest bi lêdana wê perpûnê tê kirin ji hemwelatiyan re. Perpûna AstreZeneca jî bi dawî dibe, demek nêzîk de çend karwaneke din ên perpûnê dê bigehin Iraq û herêma Kurdistanê.’’

Dr. Rehêl Fereydûn aşkera kir: ‘’Li gel şîrketa Siofarm em di peyvendiyê de ne, ji bo em peymanê li gel wan çêbikin û rasterast perpûnê bînin bo herêma Kurdistanê, pêngavên pêwîst me avêtine ji bo rêkarên yasayî jî.’’

Basnews
Top