• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeka Wezareta Derve ya Amerîka kir

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li şandeka Wezareta Derve ya Amerîka kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeka Wezareta Derve ya Amerîka kir.

Îro Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeka wezareta derve ya Amerîka bi serokatiya cîgirê nûnerê taybet yê wezareta derve ya Amerîka bo karûbarên Sûriyê, Davîd Bronstin kir.

Di civînê de ku konsolê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî amade bû, Bronstin êrişên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bi taybet firokxaneya Hewlêrê şermezar kir û behsa rola Serok Barzanî di parastima aramiyê de kir û piştevaniya welatê xwe jî bo Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di wê hevdîtinê de her du aliyan ronahî xistin ser gef û metirsiyên terorê û hizra radîkal û têkestî li ser hemahengî bo rûbirûbûna gefên terorê hat kirin.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û kurdên wî welatî jî hat kirin û hêvî hat xwastin ku kurdên Sûriyê li hev bikin û bigehin rêkeftineka hevbeş.

Basnews
Top