• Sunday, 30 June 2024
logo

4 roje pêşmergeyek wendaye

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
4 roje pêşmergeyek wendaye
li Silêmanî wenda bûye.
Heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Ev 4 roje ku pêşmergeyeke komeleya zehmetkêşên Kurdistan/ Îranê li bajarê Silêmanî wendaye û kes nizane çi bi serê wî hatiye.

Ev pêşmergeya Komele navê xwe Simko Benefşiye, temena wî 35 sale û ji roja sêşemê ve li bajarê Silêmanî wendaye û heta niha ti zaniyarî derbarê çrenivîsa wî de nehatine bidestxistin.

Simko Benefşî ku xelkê bajarê Sineyê ye, roja sêşemê bi tirimbîleke hizba Komele, çûye nava bajarê Silêmanî ve û wenda bûye.

Hate zanîn ku tirimbîla ku Simko pê re çûye derve, hatiye dîtin lê ti kes nizane çi bi ser Simko de hatiye.
Top