• Sunday, 28 July 2024
logo

Xortekî Kurd bav û birayê xwe dan ber gulleyan

Gulan Media September 14, 2016 Civakî
Xortekî Kurd bav û birayê xwe dan ber gulleyan
Li bajarokê Hacî Omeran ê girêdayî navçeya Çomanê, xortekî bav û birayê xwe dane ber gulleyan û ew her du bi giranî birîndar kirin.

Berpirsê Komîteya Navçeya Hacî Omeran a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Omer Bolî ji Rûdawê re ragihand, welatiyek bi navê Selman Ekrem piştî vexwarina madeyên alkolî serxweş dibe û dema ku diçe mala xwe, bav û birayê xwe dide ber gulleyan.

Omer Bolî got: Ekrem Osman bavê kesê êrişkar, ku temenê wî 50 sal e, ji zikê xwe birîndar bûye û herwiha birayê êrişkar ê bi navê Alan Ekrem jî temen 20 salî ye û 3 gulle ber bedena wî ketine.

Her du kes yanî, Ekrem Osman û Alan Ekrem ji ber giraniya birînên wan, piştî wergirtina çareseriyên destpêka, bo Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê hatin veguhastin.

Derbarê bûyerê de, çavkaniyekî ji Rêveberiya Asayişa Çomanê jî ji Rûdawê re ragihan, Selman ji xala kontrolê ya Nawpirdan a sînorê navçeya Çomanê xwestiye bi otomobîleke curê BMW ber bi navçeya Soranê bireve, lê belê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û niha did estê Polîsê Çomanê de ye.

Rudaw
Top