• Sunday, 30 June 2024
logo

Balyozê Tirkiyê: Divê Şingal radestî xelkê wê bê kirin

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Balyozê Tirkiyê: Divê Şingal radestî xelkê wê bê kirin
Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê dibêje, divê PKK û ew gûrpên din ku ne xelkê navçeyê ne, ji Şingalê derkevi û wî bajarî radestî xelkê bikin. Derbarê êrişa li ser Başîkê jî Balyozê Tirkiyê got, “Ev yek me ji hewlên me yên avedankirina Iraqê sar nakin.”

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz roja Şemiyê, 17.04.2021, serdana Mûsilê kir û li gel Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî civiya û piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de parêzgarê Neynewa û Balyozê Tirkiyê behsa dawîn pêşhatan kirin.

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatîh Yildiz, derbarê rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, her ji destpêkê ve Tirkiyê girîngiyeke zêde bi rêkeftina Şingalê daye û bi taybetî çawaniya cîbicîkirina wê rêkeftinê bo wan girîng e.

Fatîh Yildiz pêwîst dibîne, “Şingal radestî Şingaliyan bê kirin” û derbarê hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyê jî diyar kir, “PKK û hemû ew grûpên ku ne xelkê navçeyê ne, pêwîst e derbikevin. Em wek Tirkiyê her piştevaniyekê bow ê mebestê pêşkêş dikin û çavdêriya çawaniya cîbicîkirinê dikin.”

Balyozê Tirkiyê herwiha behsa êrişa hefteya derbasbûyî ya li ser bingeha serbazî ya hêzên Tirkiyê ya li Başîkê kir ku hevdem bû li gel êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û got, “Êriş (ya li ser serbazgehê Başîkê) hevşêweyê wan êrişan e ku li navçeyên din ên Iraqê tên encamdan. Ev ne di berjewendiya Iraqê de ne. Lê em paş de gav naavêjin, ji hewlên xwe yên bo avedankirina Iraqê bi arasteya yekparîçeyî û xweguzeraniyê.”

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz

Parêzgarê Neynewa jî derbarê rewşa Şingalê de ragihand ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê bi başî tê cîbicîkirin û got jî, li gel cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya 2021, hêzeke polîs dê ji ciwanên rûniştvanên wê qezayê bê pêkanîn bo ku navçeyê biparêzin.

Necim Cibûrî derbarê pêngavên pêşerojê û çarenivîsa hêzên li navçeyê diyar kir, piştî pêkanîna hêza polîs, hêzên artêşê û Heşda Şeibî dê ji nav bajar vekişin û paşê dê îdareyeke nû li Şingalê bê danîn ku dê rengvedaneke baş li ser asayîkirina rewşa deverê hebe. Cibûrî got jî, “Jibilî wê divê bingehek ji bo vegerandina koçberan û cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî bo navçeyê hebe ku tûşî wêrankariyeke mezin bûye.”

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz jî li ser girîngiya Mûsilê amaje bi wê kir, Mûsil hêza Iraqê ye û yek ji cîranên Iraqê jî Tirkiye ye û got, “Iraq heta niha duyem bajarê Iraqê ye û navçeyeke girîng a pîşezaî û aborî ye. Tirkiye jî welatekî girîng e di warê pîşezasî û bazirganî de. Destpêkê divê jêrxaneya vê derê bê çêkirin. Daxwaza me jî ew e ku rola me jî hebe di vî erkî de. Di vê çarçovê de Konsolê Tirkiyê yê li Mûsilê dê roleke girîng hebe.”

Rudaw
Top