• Sunday, 30 June 2024
logo

Yunanê Elewîtî bi awayekî fermî nas kir

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Yunanê Elewîtî bi awayekî fermî nas kir
Li herêma Evros a Yunanê yekem cemxane bi awayekî fermî hat vekirin. Cîgirê Wezîrê Perwerdehiya Yunanê jî dibêje, ji ber xizmetên wan ên bo xelkê herêmê ew dê daxwazên Elewiyan bicih bînin.

Cîgirê Wezîrê Perwerdehiya Yunanê Angelos Syrigos ku berpirs e ji karûbarên olî, roja Înê, di çarçova serdana xwe ya bo bajarê Evrosê de ku dikeve ser sînorê Tirkiye-Yunanê, çû cemxaneya li gundê Megalo Derio û derbarê wê cemxaneyê de zanyarî wergirtin.

Angelos Syrigos di wê serdana xwe de axaftinek jî kir û got, wan bi awayekî fermî rê bi civaka Elewî daye ku xebatên xwe yên cemxaneyê birêve bibin û tekez kir ku bi vî awayî wan Elewî wek “pêkhateyeke ayînî” nas kirin.

Cîgirê Wezîrê Perwerdehiya Yunanê behsa girîngiya xebatên civaka Elewî kir ji bo xelkê herêmê û got, ew dê daxwazên civaka Elewî bicih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Li gor nûçeya Euronewsê, jibilî vekirina wê cemxaneyê li ber îbadetê bi awayekî fermî, li xelkê û gund û deverê, pêşkêşkirina alîkariyên xorak jî di nav de xizmetguzariyên ciyawaz dê bên pêşkêşkirin.

Malpera Greek City Times jî di raportekê de behsa rewşa Elewiyan a li Tirkiyê kir û got, tevî ku ji %33ê civaka Tirkiyê (Kurd-Tirk) pêk tînin, bi yasayeke sala 1925 ku ji aliyê hikûmeta damezrêner ve hatibû derxistin, Cemxane li Tirkiyê hatine qedexekirin.

Malpera navborî di raporta xwe de cih da gotinên “Dewleta Tirkiyê gelek zilm li Elewiyan kir” ên rojnamevan Uzay Bulut jî ku li Tirkiyê jidayîk bûye û got, “Komkujiya Koçgirî ya 1921, Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38, Komkujiya Gumgum, Sêwas û Meletiyê yên 1978, Komkujiya Çorûmê ya 1980, Komkujiya Sêwasê ya 1993 û Komkujiya li Taxa Gazî ya Stenbolê ya 1995, beşek ji wan komkujiyan in.”

Rudaw
Top