• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokomarê Ermenistanê wêneyê çiyayê Agirî xêz kir

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Serokomarê Ermenistanê wêneyê çiyayê Agirî xêz kir
Serokomarê Ermenistanê di çarçova serdana xwe de li Gurcistanê, li lênûska rûmetê ya li serokatiya dewletê ya wî welatî, jibilî îmzeya xwe wêneyê Çiyayê Agirî yê Bakurê Kurdistanê jî xêz kir û vê yekê karvedan li pey xwe anîn.

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan roja 15ê Nîsanê serdana Gurcistanê kir û li gel serokomarê wî welatî Salome Zurabişvili civînek encam da û lênûska rûmetê ya li Serokatiya Dewletê îmze kir.

Serokomarê Ermenistanê herwiha nivîsand, “Ez dixwazim kêfxweşiya xwe derbibirim li ser vexwendina Serokomar Salome Zurabişvili. Ez piştrast im ku ev wêne dê peywendiyên gelên Ermenî û Gurcî bihêz bike û di sûda nifşên bê de be.”

Lê Armen Sarkisyan jibilî îmze û wê nivîsê, wêneyekî çiyayê Agirî yê li bajarê Agiriya Bakurê Kurdistanê jî xêz kir.

Serokomarê Gurcistanê jî ew rûpela ku Sarkisyan wêneyê çiyayê Agirî li ser danîbû li hejmara xwe ya torên civakî belav kir û got, “Dostaniya gelên Ermenî û Gurcî.”

Danîna wêneyekê çiyayê Agirî ji aliyê Serokomarê Ermenistanê ve karvedan li pey xwe anîn û ev yek di demekê de ye, Ermenî beşeke zêde ya xaka Bakurê Kurdistanê ku niha li jêr destê Tirkiyê ye, weke axa xwe dibînîn û wan navçeyên Kurdistanê di nexşeyên ku amade kirine de weke ‘Ermenistana Rojava’ nîşan didin.

Rudaw
Top